DAXUYANIYA YRA’YÊ YA ROJA ROJNAMGERIYA KURDÎ

0 3

Îro 22’ê Nîsanê, salvegera 125’emîn a Roja Rojnamgeriya Kurdî ye. Wekî îro di sala 1898’an de Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li paytexta Misir Qahîreyê derxist. Ev pêngav bû kelpîça yekem di dîroka ragihandina kurdî ya nûjen de û pêngaveke nû ji hemû gelê Kurdistanê re.
Rojnameya Kurdistan li seranserê welat rê li pêşiya hejmarek mezin a rojname û kovarên di hemû aliyên jiyanê de weşana bi kurdî dikirin, vekir û di 1995’an de yekem kenala TV ya kurdî “MED TV” dest bi weşanê kir. Di heman demê de gelek saziyên ragihandinê yên rê li ber belavkirina çand, dîrok û şaristaniya Kurdan vekir û bi raya giştî ya cîhanê da pênasekirin, hatin vekirin. Îro jî bi sedan sazî û dezgehên ragihandinê yên bi kurdî weşanê dikin hene.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi vê boneyê di serî de hemû hevrêyên me yên rojnamevan ên ji bo dengê heqîqetê canê xwe feda kirin û şehîd bûn bi bîr tîne. Di heman demê de em vê rojê li hemû gelê Kurd û hevrêyên xwe yên rojnamevan û bi taybet rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Hêviya me serkeftin û pêşveçûyîna ragihandina azad e, ji bo bikare dengê gelê Kurd bighîne hemû cînanê û bibe dengê civakê.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
22’Ê NÎSANÊ 2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.