ROJNAMEVANEK PAKISTANÎ LI KÎNIYA HATE KUŞTIN

0 15

Rojnamevanê Pakistanî Arşed Şerîf êvara Yekşema derbasbûyî li Kîniya ji aliyê polîsên Kîniya ve hate kuştin. Li gorî agahiyên ji aliyê ragihandina Pakistanî ku xwe dispêre rapora Polîsên Kîniya ve hate belavkirin, dema erebeya Arşed Şerîf tê de bû di bendeke kontrolê re derbas bû, polîsan gule lê barandin. Di rapora Polîsê Paytexta Kîniya Nîrobî de hate gotin, gule li serê Arşed Şerîf ket û di enamê de jiyana xwe ji dest da. Bûyer li ser benda kontrolê ya li ser riya bi lez a Nîrbî-Mecarî ve pêk hat. Arşed demek dirêj wekî pêşkêşvanê bernameyan di televizyona Arî News a Pakistanî de kar kir. Li gorî agahiyên hin dezgehan Arşed di tîrmeha derbasbûyî de ji bo neyê girtin derket derveyî welat. Kuştina Arşed li ser malperên dijîtal di Pakistanê de bi awayekî berfireh belav bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.