DEWLETA TIRK 11 ROJNAMEVAN BINÇAVKIRIN

0 31

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin. Li gorî ajansa Mezepotamiya(ME) Nûçegihanê wan Selman Guzelyuz li Peyasa Amedê û Hakan Yalçin jî li Wanê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Di serdegirtinê de polîsan dest danîn kovarên Modernîteya Demokratîk û Jineolojiyê û bi sedan pirtûkan. Li Amedê jî polîsan girtin ser malan nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren. Piştî lêgerîna li nav malê nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Derya Ren hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger jî li Qosera Mêrdînê hate binçavkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de avêt ser mala nûçegihanê MA’yê Emrullah Acar ê li Rihayê. Li malê lêgerîn hatin kirin û paşê Acar binçavkirin. Her wiha polîsan avêt ser malbata Acar a li navçeya Kerborana Mêrdînê û gelek pirtûk desteserkirin. Li Stenbolê jî polîsan avêt ser mala Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û gelek pirtûk desteser kirin. Piştî lêgerîna li malê Yûrtsever destgîr kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.