YRA’YÊ KOMXEBATA NIRXANDINA KESAYETAN LIDAR XIST

0 32

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) komxebatek perwerdehî ji komeke rojnamevanan re lidar xist. Komxebat li salona YRA’yê ya li navenda Qamişlo bi beşdarbûna 20 rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê hate lidarxistin.


Komxebat bi sernavê Nirxandina Kesayetî di xebatên ragihandinê de ji aliyê Mamoste Yasir Xezê ve hate birêve birin.
Xezê di destpêka komxebatê de bal kişand ser giringiya xebatên ragihandinê û bandora tevgeral endamên laş û her wekî din hatin nirxandin.

Di heman demê de cûreyên kesayetiyan û çawaniya têkilî û nêzîkatiyên bi kesayetan re hate nirxandin.

Paşê giringiya kontrola laş û her wekî din hatin vegotin. Di dawiya komxebatê de jî nerîna beşdaran hate girtin û bersiva pirsan hate dayîn.
Beşdaran komxebat erênî nirxand û nîqaş bi awayekî erênî anîn ziman.

20-10-2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.