YRA’YÊ SEMÎNERA ŞER LI HESEKÊ LIDAR XIST

0 11

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) semînerek bi sernavê “Rola Ragihandinê di şetê taybet de” li bajarê Hesekê lidar xist.
Semîner bi beşdarbûna dehan rojnamevan û rewşenbîran li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr bi rêzgirtinê destpê kir.
Paşê Endama YRA’yê li Hesekê Mizgîn Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û giringiya mijara semînerê û armanca lidarxistina wê anî ziman.
Di berdewama semînerê de Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî derbarê rola ragihandinê di şerê taybet de û çawa civak dikare xwe ji encamên wê biparêze anî ziman.
Ferhad Şamî di berdewama axaftina xwe de bibîr xist hêzên desthiladar û di serî de dewleta Tirk çawa şerê taybet li dijî civakê bikar tîne.
Di heman demê de bal kişand ser opersyona sondê ya QSD’ê li dijî ajanan daye destpêkirin bi bîr xist û got ku sîstema ajankirina hin kesan jî di çarçoveya şerê taybet de tê bikaranîn.
Di dawiya semînerê de hin nîqaş û bersivên pirsan hate kirin.

Semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên YRA’yê yê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin pêk hat.

Leave A Reply

Your email address will not be published.