YRA’YÊ LI HELEBÊ JÎ SEMÎNER LIDAR XIST

0 29

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li bajarê Heleb ê Sûriyayê semînerek di bin navê “Ragihandin di şerê taybet de” lidar xist.
Semîner li salona Tele bi beşdarbûna dehan rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîran bi rêzgirtinê destpê kir.
Paşê Endama YRA’yê li Helebê Rizgar axaftina vekirinê kir. Destpêkê bi xêrhatina beşdaran kir û paşê derbarê xebatên YRA’yê û giringiya xebat û armancên wê anî ziman.
Paşê Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko derbarê şerê taybet û rola ragihandinê di pêkanîna wê de pênas kir.
Di heman demê de bal kişand ser parastina ji şerê taybet û alavên tê de têne bikaranîn, her wiha hin ezmûnên li Bakur û ROjhilatê Sûriyê hatine bikaranîn bibîr xist.
Beşê dawî yê semînerê jî bi nîqaş û nerînên beşdaran bi dawî bû.
Semînera Li Helebê di çarçoveya rêzezemînerên bi heman sernavî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, pêk hat.

Leave A Reply

Your email address will not be published.