LI YEWNANISTANÊ HEFTEYA 4’EMÎN A HEFTEYA ROJNAMEVANÊ YA NAVDEWLETÎ TÊ LIDARXISTIN

0 4

Makezagona Perwede û Pêşxistina ragihandinê li paytexta Yewnansitanê Etîna mêvandariya dewreya 4’emîn ji hefteya navdewletî ya ragihandinê dike. Dewre dê di rojên di navbera 5 û 9’ê cotmehê li peymangaha Mûzîkê ya Etîna bi diruşmeya “Pirsa Baweriyê” de were lidarxistin.
Ev bûyer wê balê bikşîne ser baweriya rojnamevaniyê, di heman demê de wê nerîneka kurtir bide ser sedem û bandorê, her wiha dê çareseriya aloziyên ragihandinê nîqaş bike.
Dê axaftivan, rojnamevan, nûçegihan û welatiyên ji Yewnanistanê û welatên din ên cîhanê beşdarî dewreyê bibin. Di vir de wê ezmûn û tecrubeyên xwe di riya xelekên nîqaşan re parve bikin.
Dê hin beşên wê jî bi awayekî zindî li ser malpera fermî were weşandin. Hemû rojnamevanên ji hemû aliyên cîhanê bê pere dikarin navên xwe pêşniyar bikin.
TOREYA ROJNAMEVANAN A NAVDEWLETÎ

Leave A Reply

Your email address will not be published.