YRA’YÊ LI GIRKÊ LEGÊ SEMÎNER LIDAR XIST

0 15

Yekîtiya Ragîhandina Azad di çarçoveya rêzesemînerên bi sernavê ‘Şerê Taybet û Ragîhandin’ ku lidar dixe, semînerek li Navena Çand û Hunerê ya Aram Dikran a bajarokê Rimêlan lidar xist.


Semîner bi beşdarbûna dehan rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan û her wekî din hate pêkanîna. Semîner ji aliyê Mamoste Biradost Mîtanî ve hate dayîn.
Destpêkê Hevserokatiya YRA’yê bi xêrhatina beşdaran kir û behsa giringiya semînerê di vê demê de kir. Paşê Mamoste Biradost Şerê Taybet pênase kir û ragihandin wekî amûrekî sereke di pêkanîna şerê taybet de pênase kir.

Di heman demê de Mamoste Biradost Mîtanî rêbazên parastina ji şerê taybet û rola ragihandina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi awayekî berfireh pênase kir.


Piştî axaftina Mîtanî beşdaran nerînên xwe derbarê mijarê de anîn û pirs kir. Di dawiya semînerê de bersiva pirsan hate dayîn û semîner bi dawî bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.