NÛDEM LI DIJÎ TIRKIYÊ XWEPÊŞANDAN LI BER NY’YÊ LIDAR XIST

0 15

Saziya Nûdem a ragihandinê bi armanca şermezarkirina kirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser navê “Bi hev re li dijî hedefgirtina zarok û sivîlan” lidar xist. Xwepêşandan li ber avahiya NY’yî ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna endamên saziyê, Hi rojnamevan û malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Xwepêşanderan pankarên bi nivîsên “Na ji kuştina zarokan, na ji kuştina sivîlan û na ji kuştina rojnamevanan re” vekirin.
Di xwepêşandanê de daxuyaniyî hate xwendin û hedefgirtina sivîla û zarokên bê guneh û zirarên bi mal û milkên welatiyan ve hate şermezarkirin.
Di heman demê de di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hêviya şîfa lezgîn ji birîndaran re hate xwestin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk berdewama rêzekuştinên gelê Sûriyê û sivîlan e.
Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li civaka navdewletî û Meclîsa Mafê Mirovan hate xwestinli dijî kirin û sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin. Di heman demê de hate xwestin komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe were avakirin da ku sûcên dewleta Tirk lêkolîn bike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.