LI KOLOMBIYA 2 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN

0 19

Li bajaroka Fondasyon a li ser Derya Karîbî ya bakurê Kolombiya Kesên ne nas li ser motorsklêtekê siwar bibûn, rojnamevanên bi navê Lînr Montîro (37) û Dîliya Kontirîsa Kantîbo (39) ên di malpera Sol Digital a nûçeyan de dikirin, gule baran kir.
Di encamê de herdû rojnamevan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî polîsên herêmê herdû rojnamevan dema hatin gulebarankirin, ji xebatên xwe yên şopandina Festîvalekê vedigeriyan. Li gorî rapora polîsan gulebaran di encama pevçûna herdû rojnamevanan bi hin kesan re pêk hatiye.
Rêxistina Rojnamevaniya Azad (Free Press Foundation) ji polîsan daxwaz kirin sûcê hatiye kirin di ber çavan re derbas bikin û sûcar werin darizandin.
Free Press Foundation her wiha da zanîn ku 768 rojnamevan rastî tundiyê ku kuştin jî di nava hatin.
Kolombiya yek ji welatên Amerîka Latînî yek ji welatên ji rojnamevanan re cihî herî metirsîdar e, pişt re jî Finziwêla û Meksîm tê, ev rêz li gorî Rêxistina Nûçegîhanên Sînornenas e.
ÇAVKANÎ: FRANS PRES iştî

Leave A Reply

Your email address will not be published.