YRA’YÊ LI REQAYÊ SEMÎNERA ŞERÊ TAYBET Û RAGIHANDIN LIDAR XIST

0 15

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca pênasekirina rola ragihandinê di şerê taybet de û bi taybet çawa dijerên gelê herêmê ragihandinê li dijî herêmê bikar tîne, semînerek lidar xist.
Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi beşdarbûna dehan xebatkarên ragihadinê, rewşenbîr û siyasetmedar hate birêve birin.


Endamê Têkiliyên Leşkerî yê Giştî Mistefa Balî semîner bi rêve bir û di destpêkê de şerê taybet pênase kir û da zanîn çawa ragihandin wekî amûrekî sereke di şerê taybet de tê bikar anîn.
Li aliyê din jî Balî rêbaza parastina ji şerê taybet û rola ragihandina anternatîf anî ziman.
Piştî şîrovekirina Balî beşdaran nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û giringiya semînerên derbarê mijarê de di vê demê de hate pesindan.


Di beşê dawî yê semînerê de beşdaran bersên derbarê rola Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û bandora wê kirin.
Hevseroka YRA’yê Malva Elî ku beşdarî semînerê bibû, bersiva pirsên beşdaran da û hin xalepirsên di serê wan de bersivandin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.