AMERÎKA KUŞTINA ROJNAMEVANA RÛSÎ DRIYA DOXIÎNA ŞERMEZAR KIR

0 17

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price bûyera kuştina rojnamevana Rûsî Dariya Doxiîna şermezar kir û diyar kir ew hedefgirtina sivîlan red dikin.
Price, duh di civîna çapemeniyê de behsa kuştina rojnamevana Rûsî Dariya Doxiîna kir û wiha got: “Em hedefgirtina sivîlan çi li Maryopol û çi li Moskovayê red dikin. Ûkrayna red kir ku destê wan di bûyerê de hebe. Em hedefgirtina sivîlan şermezar dikin.”

Li aliyê din jî Ewlekariya Fîdraliya Rûsiya lêkolînên xwe yên derbarê kuştina rojnamevan Dariya Doxiîna ya li derdora Moskova aşkere kir û ev agahî dan: “Isbat dibe xizmetên taybet ên Ûkrayna sûcê kuştinê amade kiriye û pêk aniye. Kujer jî wealtiyeke Ûkraynya û nvê wê Nataliya Balfona ye.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsiya derbarê mijarê de ragihand ku ji bo zelalkirina detayên kuştinê, wan lêpirsîn û lêkolîna cinayî derbarê mijarê de dane destpêkirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.