Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi armanca pênasekirina şerê taybet û rola ragihandinê semîner lidar xist.
Semîner bi beşdarbûna dehan rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîran hate lidarxistin. Semîner ji aliyê Endamê Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo ve hate dayîn.
Dîbo di destpêka axaftina xwe de Şerê Taybet pênase kir û çawa hêzên desthiladar berê xwe didin vî cûreyê şer.
Dîbo, di dirêjiya axaftina xwe de bikaranîna ragihandinê ku wekî amorê sereke yê şerê taybet e, pênase kir û rola ragihandinê di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir.
Paşê beşdaran nerîn û pirsên xwe anîn ziman, bersiva pirsan hate dayîn.
Di dawiya semînerê de YRA’yê spasiya behdaran û Endamê Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo da.