pîrozbahî

0 2

22’ê Nîsana 2021 salvegera 123.emîn roja rojnamegeriya kurdî ye.
Ji dîroka damezrandina wê, rojnamegeriya kurdî rolekî mezin di zanekirina civakê û danasandina wê bi dîrok, çand û şarsitaniya wê de lîst. Her wiha tevî zehmetiyan ku ji sîstemên desthilatdar li çar parçeyên Kurdistanê dikşand karîbû doza kurdî bike dozekî navnetewî û her ji bo danasîna doza kurd û mafên wê yên netewî xebitî û dengê kurdan gihande cîhanê.
Bi vê boneyê em hemû rojnameger û hempîşeyan pîroz dikin û hêviya serkeftin û pêşketinê di karê wan de dixwazin.
Her wiha di vê rojê de hemû hevalên me yên ku di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û soz didin ku şopdarê rêya wan bin.

22/4/2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.