Nûçegihan Yagmûr Kaya destgîr kirin
Êrîşên li dijî rojnameger û rojnamevaniyê li Tirkiyê di asteke gelek xirap de ye, tevî girtin û binçavkirinê û her wiha kuştinê rêbend gelek li dora çapemeniyê tên avakirin.
Nûçegihana Arti Gerçek Yagmûr Kaya, dema ku çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dişopand, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.
Polîsan rojnamger û nuçegîhana Arti Gerçek Yagmur Kaya binçav kir. Piştî 24 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî hatin binçavkirin, komek xwendekar li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li hev kom bûn û xwest piştgiriyê bidin hevalên xwe yên destgîr kirî.
Dema xwendekarên Bogaziçî kom bûn, polîsan êrîşî komê kir. Di mudaxaleyê de polîsan nûçegîhana Arti Gerçekê Yagmur Kaya destgîr kir.
ANF