Bi boneya salvegera Roja Rojnamegeriya kurdî Yekîtiya Ragihandina Azad her sal xelata Kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok diyarî rojnamegeran dike.
Sala par ji ber belavbûna vîrûsa Korona şahî ne hat lidarxistin û nav jî ne hatin diyar kirin. Îsal jî mixabin ji ber heman rewşê komîteya şopandina xelatê biriyar da ku pîrozbahî nebe.
Ji ber vê sedemê îsal tenê wê navên kesên xelat wergirtine bên weşandin.
Xelata Şehîd Mazlom Bagok weke xelata Kedê ya rojnamegeriya kurdî li Rojava hat nîşandan. Mazlom Bagok yekem rojnamegerê ku jiyana xwe ji dest dide, lewra di kongreya Yekîtiya Ragihandina biriyar hat standin ku xelat bi navê wî be. Mazlom Bagok ango bi nasnav Ehmed Saado sala 1992’an li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, di 28’ê Rezbera 2014’an di şerê YPG’ê ya li Dijî DAIŞ li Rebîaa de şehîd dibe.
Weke tê zanîn Xelata Şehîd Mazlom Bagok li ser sê astan tê belavkirin:
Xelatekî cîhanî, ango rojnamegerên biyanî yên li Rojava kar kirine tên xelatkirin.
Xelata Kurdistanî, ango rojnamegerên kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê xebat dikin tên xelat kirin.
Xelatên ku ji bo rojnamegerên Rojava tên dayîn jî bi vî rengî ne.
Ji bo raporekî bi dîmen, ango warê dîtbarî xelatek tê dayîn.
Ji bo wêne/foto, xelatek tê dayîn.
Ji bo raporên nivîskî xelatek tê dayîn.
Li gorî wê madeyên ku sala 2020 hêjayî xelatê hatine dîtin bi vî rengî ne:
Rapora rojnamevanê Amerîkî Rechard Engel a di derbarê şerê Li Serê Kaniyê de hatiye çêkirin di televiziyona NBC de hatiye belavkirin hêjayî xelata cîhanî ya 2020 hat dîtin. https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=2424728027794442&id=2040747029525879
Wêneya ku ji aliyê rojnamevan Ersîn Çaksû ve hatiye kişandin ku di şerê Serê Kaniyê de, hêjayî xelata Kurdistanî ya 2020 hat dîtin.
Xelatên Rojava jî bi vî rengî ne:
rapora ku di ajansa Rûmaf de hatiye weşandin ya rojnamevan Nûrî Ednan ku tê de behsa xortekî ji Efrînê dike ku ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk ve bi xazoqê hatiye êşkence kirin hêjayî xelata dîmen hat dîtin. https://www.youtube.com/watch?v=dUVxMKexrj0
ev wêne jî di dema şerê Serê Kaniyê de ji aliyê rojnamevan Basil Reşîd nûçegihanê ANHA ve hatiye kişandin, tê de zarokê bi navê Mehmed diyar dibe çawa bi kîmyasalê hatiye toparankirin hêjayî xelatê hat dîtin.
di beşa raporên nivîskî de rapora rojnamevan Lamar Erkendî ya ku di malpera Elresîf de hatiye belvakirin hêjayî xelatê hat dîtin. Mijara raporê jî li ser frotina opzîsiyona Sûriyê termên ku welatiyên kurd hatine kuştin re ye. https://raseef22.net/article/1076475-%D8%AE%D9%8A%D8%B1%D9%88%D9%86%D9%8A-%D8%A8%D9%8A%D9%86-%D8%B4%D8%B1%D8%A7%D8%A1-%D8%AC%D8%AB%D8%AA%D9%87-%D9%88%D8%AD%D8%B1%D9%82%D9%87%D8%A7-%D9%81%D8%B5%D8%A7%D8%A6%D9%84-%D8%B3%D9%88%D8%B1%D9%8A%D8%A9-%D9%85%D8%B9%D8%A7%D8%B1%D8%B6%D8%A9-%D8%AA%D8%B9%D8%B1%D8%B6-%D8%AC%D8%AB%D8%AB-%D8%A3%D9%83%D8%B1%D8%A7%D8%AF-%D9%84%D9%84%D8%A8%D9%8A%D8%B9
made û raporên ku di sala 2021 de hêjayî xelatê hatine dîtin bi vî rengî ne:
rapora rojnamevan Rola Elxetîb ku di televiziyona Elerbiyê de dixebite ya di derbarê metirsiyên zarokên DAIŞ î li kampa Holê hêjayî xelata cîhanî hat dîtin. https://www.facebook.com/watch/?v=141103187917436
Di beşa kurdistanî de rapora nivîskî ya Rojnamevan Sema Çaglak ku bi sernav (Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike) di ajansa jinnews ê de hat weşandin hêjayî xelatê hat dîtin. http://jinnews19.xyz/kr/search/content/view/160378?page=1&key=4dbff20c74db7d96518582948c9bf9e2
Di derbarê xelatên Rojava:
Di beşa dîmen de rapora rojnamevan Ekrem Salih a di derbarê çîroka zarokekî 10 salî ku masiyan li ser rêyan difroşe û bi wî temenî buye bav hêjayî xelatê hat dîtin. https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=3589457161135546&id=100002138910838
Di beşa wêne/foto de, wêneya ku ji aliyê rojnamevan Delîl Silêman ve hatiye kişandin hêjayî xelatê hat dîtin. Wêne ya leşkerekî amerîkî li zeviyekî neftê ye û bi rêya wêne agirê ji devê wî dibara tê xuyakirin. Delîl Silêman wênekêşê ajnsa AFP’Ê ye.
Di beşa nivîskî de, rapora ku ji aliyê rojnamevan Mihemed Hebeş a di derbarê bazirganiya Narokotîkê de di ajnsa North press de hatiye weşandin hêjayî xelatê hat dîtin. https://npasyria.com/59886/
Her wekî din di derbarê raporên nivîskî yên bi zimanê kurdî li gorî madeyên hatine şopandin yên ku hêjayî xelatê ne hatin dîtin. Ji bo taybet radiyo komîteya şopandina xelatê guncaw dît ku di roja cîhanî ya radiyo de xelatên wê bên belavkirin.
Di roja Rojnamegeriya kurdî de, di rex xelatan de her sal bawernameyên wêrekiyê, ango rojnamevên di nav şer de birîndar dibin bawernameyên wêrekiyê tên belavkirin. Navên rojnamevanên ku birîndar bûne bi gelemperî yên di şerê Serê kaniyê de bûn, navê wan jî ev in:
Ersîn Çaksû/ ANF
Dilsoz Yûsiv/ North press
Mehemd Ekincî/ ANHA
Şiyar Ibrahîm/ Ariyan TV
Idrîs Ebdo/ Ronahî tv
Mûsa Mûsa/ North Press
Emel Yûnis/ Stêrk tv
Ebdilreşîd Mihemed/ Orkêş FM
Bêrîcan Delal/ yeni ozgur polîtîka
Rojbîn Ekîn/ yeni ozgur polîtîka
Zozan Berkel/ Jinnews
Her wiha ji bo rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane jî bawernameyên sozdayînê radestî malbatên wan dihate kirin.
Navên rojnamevanên ku şehîd bûne evin:
Seid ElEHmed/ ANHA
Mehmed Reşo/ Çira tv
Dîlan Olmaz/ ragihandina YPJ
Widad Ardemcî/ derhêner
Zaw Sîng/ ragihandina Free Borma Ranger.