Li stenbolê 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamevanekî hat birîn
Tevî ku di danişîna dozgeriyê de parêzeran rojnamevan Can Dundar li gorî qanûnan parastin lê heyeta dadgehê 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn û bultena sor hat derxistin. .
Dunder Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamiyayê. Danişîna biryarê ya doza têkîldarî TIR’ên MÎT’ê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar tevlî danişînê bûn û parastina Dundar kirin. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê 27 sal 6 meh cezayê girtîgehê li Dundar birî û derbarê wî de biryara girtinê û bultena sor derxist.