Li Başûrê Kurdistanê Binpêkirinên li dijî rojnamegeriyê du qat zêde bûne

0 12

Rêxistina bi navê  Aştî û Azadî ya ku li Başûrê Kurdistanê dixebite, ragihand ku îsal 207 binpêkirinên li hemberî rojnamegeran û azadiya ramanê tomarkirine.

L gorî rêxistinê, li gorî salên borî binpêkirin zêdetir bûne.

Rêxistina Aştî û Azadî  li Otela Ramada ya Silêmaniye bi amadebûna hejmarek parlamenter, çalakvan û nûnerên rêxistin û saziyan rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafê mirovan, azadiya ramanê û azadiya rojnamegeriyê ya 2020’an eşkere kir

Berpirsê Rêxistinê Senger Yusif rapor xwend û got;”Li gorî salên borî îsal binpêkirin duqat zêde bûne. Di sala 2019’an de 83 binpêkirin hatin tomarkirin, lê îsal 207 dosyayên binpêkirinê hatin tomarkirin.  Îsal 89 caran xwepêşandanên medenî hatine astengkirin. 9 xwepêşander hatine kuştin. 64 nivîskar, rojnameger û çalakvanên sivîl hatine girtin. 30 caran rê ji bo saziyên çapemeniyê re nahatine dayin bûyeran bişopînin. Li dijî rojnamegeran 11 caran êriş pêk hatine. Herwiha bûyerên li serdegirtina kanalan û girtina kanalan de 6 bûyer hatine tomarkirin.”

Senger Yusif diyar kir ku ji ber azadiya ramanê 2 kes ji kar hatine dûrxistin û got;”Gef li kesekê hatiye, xwarin, carekê xizmetguzariya înternetê hatiye rawestandin û 3 caran karê rêxistinan hatine astengkirin.”

Çavkanî/ Rojnews

Leave A Reply

Your email address will not be published.