Pîrozbahî Ji bo damezrandina YRJ
Di 28’ê Hezîranê de, li hola zanîngeha Rojava jinên rojnamevan yên Bakur û Rojhilatî Sûriyê konfransa ragihandina jin ya sêyemîn li dar xistin.
Di encama kongreyê de Yekîtiya Ragihandina Jin hat damezrandin.
Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad damezrandina Yekîtiya Ragihandina jin YRJ pîroz dikin. her wiha serkeftin û pêşketina di karê ragihandina jinan de hêvî dikin.
Her wiha vê gava ku hatiye avêtin ji aliyê rojnamevanên jin ve cihê şehnazî û rêzdariyê ye.