Daxuyanî

0 14

îro li baxçeyê xwendinê li qamişlo daxuyanî ji aliyê hevserokê yekîitya raghandina azad “bengîn seydo” ve hat xwendin di daxuyaniyê ev naverok:

Ev demeke hêzên siyasî yên kurd piştî gelek destpêşxeriyan ji aliyên mîna KNK û Fermandariya HSDê di nava goftêgoyên hevrêzkirin û nîqaşên lihevkirineke siyasî de ne.

Vê liv û tevgera han, rastî gelek piştgiriyê hat, hem ji aliyê hêzên kurdî, hem jî ji aliyê hêzên navnetewî. Her wiha bi qasî ku piştevanên van xebatan hene, bi qasî wê jî dijminên kurdan bê navber dixawazin van goftûgoyan hilewşînin.

Bê goman, ji bo ev xebat bighê serî pêwîste hemû sazî, kesayet, rewşenbîr, her wiha dezgehên ragihandin  û rojnamevanên girêdayî van hêzan û yên serbixwe bi hestiyariyekî bê hempa vê mijarê bişopînin û binirxînin. Bi awayekî ku tenê xizmeta vê lihevkirinê bike.

Ji ber wê, ya herî zêde di vê mijarê de divê baldar û hişyar be dezgehên ragihandin û rojnamevan in. Bi qasî ku bandora gotin û agahiyê  heye dikare- eger şaş bê bi kar anîn-  bibe sedema ku derî û rêyên çareserî û tifaqê asteng bike û her wekî din hilweşîne jî.

Lewra em weke yekîtiya ragihandina azad  piştgiriya van goftûgoyan dikin, bi hêviya ku di demeke nêz de bighên armanca xwe û encameke erênî jê derkeve ku bikaribe metirsiya qirkirineke din li ser gelê me pûç bike.

Li ser van xalan daxwaz û banga me ji hemû saziyên ragihandin û rojnamevanan yên li Rojava -rojhilat- başûr- bakur  û diasporayê heye, ew jî ev in:

Pêwîste gotinên ku kîn û nefretê kûr dikin neyên bikaranîn.

Divê hemû dezgeh û rojnamevan kar bikin ku hevebşiyeke bikaranîna têgînan were pêşxistin.

Pêwîste çavkaniyên cuda cuda eger ne rast bin, agahiyên ku neyînî li van goftogoyan vegere neyên belavkirin.

Pêwîste hemû dezgeh û rojnamevan hewl bidin ku di weşanên xwe de atmosfêrekî erênî û dengeyekê ava bikin ku bibe wesîle bandoreke erênî li ser gel bike.

Ji aliyê hêzên ku di nav goftûgoyan de ne, tê xwestin ku bi zelalî û dûrî gomanan encama nîqaşên xwe bi raya gîştî ya gel re parve bikin.

Bi taybet rojnamevan û hemû gelê me pêwîste li ser hesbên xwe yên medyaya civakî….  baldar û hişyar be di hilbijartina gotinên xwe de.

Pêwîste ragihandin li mijara yekîtiya kurdan weke dozeke stratejîk binêre ku di bingeha xwe de ne taktîkeke demkî ye û karibe civaka kurd ya ku ji ber polîtîkayên teng yên partiyên siyasî ji hev dûrketî nêzî hev û din bike.

Ji bo bidestxistina mafê kurdan di Sûriya pêşerojê de divê ragihandina kurdî erkên li ser milê xwe pêk bîne.

Leave A Reply

Your email address will not be published.