Pîrozbahî

0 15

22’ê Nîsanê, rojnamegeriya kurdî sala xwe ya 122’an de pêşwazî dike, di wê rojê de, berî 122 salan (1898) Mîr Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnameya bi navê Kurdistan li Paytexta Misir Qahîra weşand. Bi wê yekê gavekî girîng di mêjûya rojnamegeriya kurdî û gelê kurd de hat avêtin.

Rojnemeya Kurdistan bû dergeha ku rê ji gelek rojname, kovar û belavok li Kurdistanê veke, her wiha di sala 1995’an yekem televiziyona kurdî MED TV dest bi weşanê kir ku êdî derfet ji gelek dezgehin din yê ku çand û şaristaniya kurdan bi cîhanê bidin naskirin vekir.

Bi vê boneyê, Yekîtiya Ragihandina Azad gelê kurd û rojnamevanên hêja û birêz, taybet yên li herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê kardikin pîroz dike. Her wekî din hêviya me jî ew e ku hemû rojnamevan di kar û xebata xwe de serkeftî bin ku dengê gelê xwe bighînin cîhanê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.