Ji bo raya gîştî ya cîhanî û dezgehên ragihandinê

0 7

Dewleta Tirk weke her carê dîsa gefa dagirkirina herêmên Rojhilatî feratê yê bi ewle dixwe. Bi vê yekê hemû peymanên navnetewî binpê dike. Bi van gefan dewleta tirk dixwaze hîn zêde herêmên Sûrî bi hiceta ewlekariya xwe ya netewî ku cîhanê pê dixapîne dagir bike.
Ji destpêka aloziya li Sûrî di 2011’an û heya roja me ya îro herêmên bakur û rojhaltî Sûriyê xwe ji şerên heyî parast û ji dêvla cîhanê hemû şerê terora DAIŞ’ê kir. Tevî hemû zehmetiyan jî xelkên herêmê rêveberiyên xwe yên xweser avakirin û di bin sîwana hêzên mîna QSD’ê karê xwe kirin, bi wê re atmosfêrekî ji demokrasî û hêsaniya kar ji bo hemû hemû saziyên sivîl peyda bû.
Em jî weke (Yekîtiya Ragihandina Azad) ku weke saziyekî serbixwe bi kar û barê rojanamevana radibe, me tu carî û tu demê weke vê derfretê li tu herên din ne dît, lewra êrîş û gefên dewleta tirk di serî de vê rewşa civakî û sivîl dike armanca êrîşên xwe.
Em weke rojanamevanên Bakur û Rojhilatî Sûrî daxwazê ji civaka nevdewletî bi hemû saziyên wê her wiha Kolaîsiyona Navnetewî dikin ku bi awayekî pratîk li ber van gefan rawestin. Ev gefên ku berî salakê bûn sedema komkujî û binpêkrinan li Efrînê. Her wiha em hemû saziyên ragihandina cîhanê jî vedixwînin ku rastiya heyî derxîne holê û nebin desteka Dewleta tirk û bêdeng nemînin mîna Efrînê. Her wiha em bal dikşînin ser metirsiya ji vegera DAIŞ yê ku bû sedem ku gelek hevalên me yên rojnamevan şehîd bibin û heya niha jî çaranûsa hin ji wan ne diyare.
Qamişlo 9/10/2019

Leave A Reply

Your email address will not be published.