Bîlanço
Lîsteya rojnamevanên ku di encama bombebarana kerwana sivîlan a li Serêkaniyê jiyan xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li serê kaniyê konvoya sivîlan rastî êrîşa balafirên dewleta tirk hatin. Dîrok roja Şemiyê 13/10/2019
Rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane ev in:
- Seaid Mihemed Seîd Şêxmûs Elehmed di sala 2000’î de li Til Temirê jidayîk bûye, Nûçegihanê ANHA.
- Mehemed Husên Reşo di sala 1996’an li Efrînê jidayîk bûye, ew bi xwe ji gund Tilfê a girêdayî navçeya Cindirêsê ye/ nûçegihanê televiziyona Çira tv.
Rojnamevanên birîndar:
- Dilsoz Dildar Yûsiv/ 1997,Til Temir/ bi qasî şeş salan bi ANHA’yê re kar kiriye û niha nûçegihanê NPA ye North Press Ajans.
- Şiyar Feyad Ibrahîm/1994, Koabanê/ Nûçegihanê Ariyan Tv.
- Emel Hemze Yûnis/ 1999,Şam/ Nûçegihana Stêrk Tv.
- Rojbîn Ekîn/ 1980, Batman, bakurê Kurdistan, Tirkiyê/ nûçegihana ‘Yeni Özgür Politika’
- Birîcan Delal/1979, Dêrsim, bakurê Kurdistan, Tirkiyê/ nûçegihana ‘Yeni Özgür Politika’
- Ebdil Reşîd Mihemed Mihemed/ 1996,Efrîn/ nûçegihanê Radiyo Orkêş a Amûdê.
- Ersîn Çaksû/ 1999, Wan, bakurê Kurdistanê, Tirkiyê/ nûçegihanê ANF.