Muzexaneya Emne Sureke û 2 kanalên YNK’ê hatin girtin

0 17

Piştî ku şevê din , kalanên Kurdsat, Kurdsatnews, malpera  SNN û hinek dezgehên din ên ragihandinê yên  ser bi YNK’ê hatin girtin, îro jî Muzexaneya Emne Sureke ya li Silêmaniyê hate girtin û karmendên wê çûn mala xwe.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, sedema girtina wan, xercnekirina bûdceyê ye ku karmendên muzexaneyê 4 meh in mûçeyên xwe negirtine.

Ji bo wergirtina zanyariyan me peywendî bi Beşê Şûnwarî ya Silêmaniyê û Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê re kir. Wan got;”Muzexane ne ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ser bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û em tiştekê li ser nabêjin.”

Me hewil da ku xwe bigihînin Rêveberê Muzexaneya Emne Sureke, lê bersiv neda

Jêder (Rojnews.news)

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.