Ragihandina Êzidxanê: Qedexekirina Çira TV biryareke siyasî ye

0 13

Ragihandina Êzidxanê qedexekirina Çira TV li Laleşa Nûranî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar siyasî ye û bang li berpirsyaran hate kirin ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin.

Qedexekirina karên Çira TV li Laleşa Nûranî di nava civaka Kurd de bi taybetî li nava Êzidiyan bû sedema nerazîbûneke mezin û biryar şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Çira TV di nava 7 salên xwe yên weşanê de hewl daye bibe dengê civaka Êzidî û hate gotin, “Ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve Çira TV bû yekem televîzyona serbixwe ya Êzidiyan ku di nava civaka xwe de kar kir û planên qirêj ji raya giştî re eşkere kir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku vî karê Çira TV hin aliyên siyasî aciz kiriye, lewma xebatkarên wê her tim bûne hedef.

Ragihandina Êzidxanê qedexekirina karên Çira TV li wargeha pîroz Laleşa Nûranî weke biryareke siyasî pênase kir û destnîşan kir, “Em vê biryarê li dijî tevahiya civaka xwe ya Êzidî dibînin û bi tundî şermezar dikin. Çi dibe bila bibe wê kes nikaribe dengê azad qut bike”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Çira TV di weşanên xwe de heta niha bi armancên siyasî tevnegeriya ye û hate gotin, “Di nava 7 salên weşana xwe de çanda kevnar, rê û resmên olî û civakî yên Êzidiyan bi raya giştî re parve kir”

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya deverên pêwendîdar hate kirin ku li dijî qedexekirina karên Çira TV yên li Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û hate gotin, “Eger bêdengî hebe wê sibe hemû ragihandina azad were qedexekirin”

“jêder ANF”

Leave A Reply

Your email address will not be published.