Hikûmeta Veguhêz li Sûriyê, rojnamevanê Kurd Ehmed Polad, piştî 8 mehan ji ragirtinê, di 9’ê vê mehê de radestî Tirkiyê kir.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di 18’ê Çileya îsal de, dema êrişî bajarê Reqayê dikirin, her du rojnamevan, Ehmed Polad û Mariya Mîşilman, dîl girtin.
Ehmed bi rêya malbata xwe îfade kiriye ku di dirêjahiya 8 mehên zîndankirina xwe li Sûriyê de, rastî îşkenceyên giran hatiye. Ehmed daye zanîn ku wî li zîndanên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li dijî îşkenceyê, greva birçîbûnê meşandiye.
Li gorî malbata wî, rewşa tendirustî ya Ehmed Polad xirab bûye û ew ji ber ragirtin û îşkenceyê li Sûriyê nexweş bûye.
Malbatê da zanîn ku dewleta Tirk, ji aliyê xwe ve, Ehmed Polad biriye zîndana Metîsê ya Stenbolê.