Yekîtiya Ragihandina  Azad Yek Ji Pêşengên Xwe Huseyîn Aykol Oxir Dike

Bi xemgîniyek mezin, Yekîtiya Ragihandina  Azad – YRA, nûçeya koça dawî ya rojnamevan û nivîskar Husên Aykol ku duh sibeha borî de li paytexta Tirkiyê Enqerê, piştî têkoşînek dirêj bi xwînrêjiya ser mejî re koça dawî kir.

0 41

Koça dawî  ya Huseyîn Aykol windahiyek mezin ji ragihandin azad re ye. Tevî hemû zextan, bi biryardariyek pir mezin erk û nameyên xwe yên rojnamegeriyê berdawam kirin. Piraniya jiyana xwe ji bo parastina ragihandina azad û heqîqetê terxan kir. Xwedî rola bingehîn di pêvajoya pêşketina ragihandina azad de bû. Binpêkirin û kiryarên li dijî gelê xwe belge kir û bi raya giştî re parve kir. Mînakê pabendiya bi exlaq û nameya ragihandina azada re bû.

Hevrê Huseyîn Aykol dengê bilind ê heqîqetê û qêrîna ronahiyê di rûyê tarîtiyê de bû. Giyana xwe jî di vê oxirê de feda kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, sersaxiyê ji malbata hevrê Huseyîn Aykol, xizm, heval,  hevalên wî û bi giştî qada çapemeniyê re dixwaze, soz dide wî û hemû pêşengên çapemeniya azad ku mîrata têkoşînê û bîranîna wan bi wefedarî biparêze.

 

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

2 Çileya 2026

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.