Îlon… Bîra Şehîdên Ragihandina Azad E

0 49

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi rêzdarî şehîdên ragihandina azad ên meha Îlonê yên ku bi peyv, wêne û dengê xwe rêya rastî û heqîqetê ronî kirin û di demên dijwar de berpirsiyariya xwe li hember gelê xwe bi dilsozî hildan, bi bîr tîne.

Di Îlonê de, em rojnamevan û nivîskar Seyid Evran bi bîr tînin, ku piştî zêdetirî 30 salên xizmetkirina di warê medyayî û lêgerîna li heqîqetê de, di 22`ê Îlona 2023`an de şehîd bû.

Seyid Evran, ku di nav hevkar û şagirtên xwe de weke “Mamoste” dihat nasîn, ne tenê rojnamevanekî jêhatî, lê belê dibistaneke rojnamegeriyê û rêberekî nifşên çapemeniya azad bû. Xwedî mîrateya dewlemend a ragihandina azad û bingeha hişmendiya ku dibêje; Divê rojnamevan rastiyê bijî, li ser wê jî binivîse û her tim nêzî civakê û dozên wê be, danî.

Di heman mehê de, ango di 28`ê Îlona 2014`an de, yekemîn rojnamevanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mazlûm Bagok “Ehmed Se`ido”, di dema pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe yên pîşeyî de, dema ku bi kameraya xwe hemleya vekirina korîdoreke mirovî di navbera Rojava û Şengalê de dişopand, şehîd bû û dibe parçeyek bîra ragihandina azad.

Di şexsê Seyid Evran û Mazlûm Bagokan de, em hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin, ku bi merdî, fedekarî û profesyonalî, rûpelên nû li dîroka rojnamegeriyê zêde kirin.

Wan mîrateyek pîşeyî, mirovî û berpirsiyariyeke mezin di lêgerîna li heqîqetê de ji nifşên bê re hiştin. Mîrateyek ku bîra giştî diparêze û dengê civakê bi rastî û berpirsiyarî vediguhêze.

Bi vê boneyê, ne tenê bi bîranîn, lê belê bi parastina mîrateya wan û pêşxistina pîşeya rojnamegeriyê em tekezî li wefedariya bi şehîdan re dikin. Em pabendê sincên pîşeyî û ronîkirina heqîqetê ne ku nifşên nû yên dikarin berpirsiyariya ragihandina azad hilgirin, perwerde bikin û pêş bixin.

Di meha Îlonê de, em Seyid Evran, Mazlûm Bagok û hemû pakrewanên ku jiyana xwe di rêya heqîqetê de feda kirine, bi peyv û nivîsên xwe dengê rastiyê bilind kirine, bi minetdarî bi bîr tînin.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

22 Îlon 2026

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.