Ber Bi Rêwîtiya Dawî Ve!

Rojnamevan û nivîskarê şoreşgerî Seyid Evran di 22 Îlona 2023`an de, di encama kirîza dil de şehîd dibe, lê berî ku xwatir bixwaze, nameyek bi sernavê "Ber bi rêwîtiya dawî ve! " li pey xwe hişt.

0 18

Di nameya Ş Seyid Evran de ev tişt hatibû nivîsandin:

“Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez Kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn…

Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de bin jî em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyan in.

Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê min dewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin…

Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû.

Di nava xêr û xweşiyê de bimînin!

Seyid Evran“

Leave A Reply

Your email address will not be published.