Nameya YRA wiha ye:
“Ji bo rêveberî, hevkar û hemû karmendên Rojava TV,
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), nehemîn salvegera damezirandina Kanala Rojava TV pîroz dike her wiha hewldan û keda we yên domdar ên veguhestina rastî û dengê civakê, tekûzkirina nirxên ragihandina azad û pîşeyî bi rêz dinirxîne.
Rojava TV di dirêjahiya xebatên de bûye yek ji platformên girîng ên ragihandinê, ku tevî hemû astengî û şertên dijwar, karê xwe berdewam kiriye û di şopandina bûyeran, veguhestina rastî û hêviyên gel de roleke girîng lîstiye. Bi wê yekê re jî tekezî li avakirina hişmendiyê û parastina rastiyê kiriye.
Em ji bo we dewama pêşketin serkeftinê hêvî dikin û rêya xwe ya parastina rastiyê, dozên gelan û nirxên ragihandina azad bidomînin.”
Yekîtiya Ragihandina Azada – YRA