Ji Bo Dilsoziya Bi Şehîdên Heqîqetê Re… YRA Şehîd Mistefa Mihemed Bi Bîr Tîne
Em li Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi rêzdarî rojnamevanê şehîd Mistefa Mihemed Şukrî, peyamnêrê Kanala Ronahî TV û endamê Meclîsa YRA, bi bîr tînin ku di dema şopandina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû ku di encamê de, di 18ê Tîrmeha 2016`an de şehîd bû.
Şehîd Mistefa Mihemed di sala 1987`an de li gundê Yabsa, li rojhilatê bajarê Girê Spî, ji dayîk bû. Di destpêka sala 2015`an de tevlî Kanala Ronahî TV bû û li wir wekî nûçegihan xebitî. Bernameya “Îda’at” bi zimanê erebî amade û pêşkêş dikir. Her wiha, beşdarî amadekirina bultenên nûçeyan û raporên taybet jî bû.
Di heman salê de, di Kongreya Duyemîn a Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) de, wekî Endamê Meclîsa Giştî ya YRA hat hilbijartin.
Ji ber baweriya wî bi rola ragihandinê ya veguhestina rastiyê, kameraya xwe li kêleka şervanan hilgirt da ku bûyeran belge bike û rastiya tiştên ku diqewimin bi raya giştî re parve bike.
Di 13`ê Tîrmeha 2016`an de, dema ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê dişopand, rastî mayîneke çeteyên DAIŞ’ê hat û birîndar bû. Piştî pênc rojan, di 18`ê Tîrmeha 2016`an de, tevlî kerwanê şehîdên heqîqetê bû.
Di salvegera dehemîn a şehadeta wî de, em soza xwe ji hemû şehîdên ragihandina azad re nû dikin û careke din hedefgirtina rojnamevanan dema ku erkên xwe pêk tînin, şermezar dikin. Her wiha em sozê didin şehîdên heqîqetê ku em ê pabendê parastina azadiya ragihandinê bin û mîsyona wan a ragihandina rastiyê bi berpirsiyarî û pîşeyî bidomînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA