Êriş piştî ku bi dehan şêniyên Çelebiyê yê Kobanê li pêşiya avahiya Şaredariyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê yekê kirin ku gaveke binpêkirina peymanan e ku gelê herêmê xwedî îradeya xwebirêvebirinê ye, pêk hatin.
Astengkirina karê rojnamevanan, êriş û tadeya li ser wan û hewldana desteserkirina alavên wan, binpêkirinek eşkere li dijî azadiya çapemeniyê û amfê xwegihandina agahiyan e û hewldanek tepisandina rastiyê ji raya giştî re ye.
Em tekez dikin ku hedefgirtina rojnamevanan dema ku erk û misyonên xwe yên pîşeyî pêk tînin, tadeyeke nayê qebûlkirin li ser nirxên bingehîn ên karê ragihandinê û azadiya derbirînê ye.
Em bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên navneteweyî yên çapemeniya azad diparêzin dikin ku bi lez destwerdana vê rewşê bikin û van binpêkirinan rawestînin da ku parastina rojnamevanan bikeve bin gerantiyê û karê xwe bê qeyid û şert pêk bînin.
Her wiha em piştgiriya xwe ji hemû hevkarên ku rastî van êrişan hatine re radigihînin û pabendbûna xwe ya parastina azadiya çapemeniyê û mafê civakan a xwegihandina agahiyan, nû dikin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
2 Nîsanê 2026