Em di vê boneyê de, bi rêzdarî şehîdên pênûs û rastiyê yên ku bi xwîna xwe riya ragihandina azad av dane, bi bîr tînin. Fedakariyên wan gerantiya ku hiştiye Radyoya Rojava û hemû saziyên ragihandina azad bibin dengekî qet naşike.
Çawa ku Radyoya Rojava wekî dibistaneke vînê ji odeyeke piçûk li ser çiyayê Qereçoxê dest pê kir, îro jî veguheriye keleheke ragihandinê ya neteweyî ya bêhempa.
Radyoyê Rojava, ji roja damezirandina xwe di 1’ê Nîsana 2013’an de îsbat kir ku di dijwartirîn şert û mercan de dengê gel e. Li hember hemû êrîş û zehmetiyan, bi taybetî hedefgirtina avahiya wê di Nîsana 2017’an de, li ber xwe da û nîşan da ku vîna gihandina rastiyê ji zimanê topan bihêztir e. Di heman demê de, em salvegera damezirandina kovara “Parêzvan” ku di parastina bîreweriya dîrokî ya berxwedêran de hevkar e, bilind dinirxînin.
Em wek Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, piştgiriya xwe ji bo vê saziya ku tu carî di bilindkirina dengê jina azad, parastina mîrateya çandî û belavkirina nirxên aşitî, demokrasî û hezkirinê de kêm nekiriye, nû dikin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
1 Nîsana 2026