Ajansa Nûçeyan a HAWAR`ê.. 13 Salên Dilsoziya Bi Rastiyê Re

0 56

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi boneya 13mîn salvegera damezirandina Ajansa Nûçeya a HWAR`ê (ANHA), 1 Adara 2013an, malbata ANHA pîroz dike û tekezî li rola wê ya di qonaxên dîrokî de dike ku weke deng û platformek azad li hemberî hemleyên dezînformasyon û nixumandina rastiyan derket holê.

Di van 13 salan de, ANHA bi şopandina bûyerên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê, hebûna xwe ispat kir. Agahî, dîmen û wêneyan ji çavkaniyên sereke vegdiguhezîne, pîvanên azadî, edalet û mafê gelan diparêze û tekez dike ku ragihandin berî ku bibe tenê wesîleyek veguhestina nûçeyan, nameyek sincî û berpirsiyariyeke civakî ye.

Bi vê boneyê, em bi rêzdarî şehîdên peyva azad ji hevkarên xwe yên HAWAR`ê; Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz, Hogir Mihemed, Seid Ehmed, Îsam Abdullah û Cîhan Bilgîn ku di oxira heqîqetê de giyana xwe feda kirine, bi bîr tînin. Her wiha em dilsoziya xwe bi peyama wê ya ragihandina azad û serbixwe, hemû kedên tekûzkirina çapemeniya azad ku cihêrengiya civakê nîşan didin û rûmeta mirovan diparêzin re, nû dikin.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

1 Adara 2026

Leave A Reply

Your email address will not be published.