Rojnamevan Îlaya Mihemed li Îranê hate binçavkirin
Rojnamevan Îlaya Mihemed li Îranê hate binçavkirin, derbarê sedema binçavkirinê ti agahî nehatine belavkirin.
Zext, girtin, binçavkirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevana bi navê Îlaya Mihemed duh hatiye binçavkirin û heya niha jî nayê zanîn ji ber çi hatiye binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye Îlaya Mihemed di 29’ê Îlona 2022’yan de hatibû binçavkirin. Wê demê Îlaya salek û 5 meh di girtîgehê de mabû.