Di Nav Salekê De Li Sûdanê 14 Rojnamevan Hatin Kuştin

0 18

Li gorî raporta sala 2025`an a Sendîkeya Rojnamevanên Sûdanê, 14 rojnamevan di nava salê de hatine qetilkirin, û hişyarî da ku binpêkirinên li dijî kedkarên ragihandinê, bi şerê sê salan li welat rû daye re, zêde bûne.
Sedîkayê diyar kir ku wê belgeyên xwe li gorî gilînameyên rasterast ên rojnamevanan û malbatên wan wergirtine. Her wiha pala xwe daye şahidên pêbawer û jêderên meydanî li rex venêrîna wan.
Li gorî venêrîn û şopandina Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, 14 rojnamevan û kedkarên ragihandinê hatine kuştin, 6 hatine xeybatykirin, 4 demek dirêj e hatine girtin, 9 keyfî hatine binçavkirin, 4 doz li dijî wan hatine vekirin, gelek binpêkirinên din ku li cihê koçberiyê rû dane, 19 rewşên gefxwarin û hemleyên reşkirinê û 3 biryarên dezgehan ku karê çapemeniyê sînordar kirine.
Li ser bingeha raportê li bajarê Alfaşir ku paytexta herêma bakurê Darfor e, pirtirîn binpêkirin lê rû dan e ku beriya komkujiyên ku bi hatine hêzên Piştevaniya Lezgîn re 3 rojnamevan bizorê hatine xeybatkirin û ti agahî di derbarê çarenûsa wan de nîne.

Leave A Reply

Your email address will not be published.