YRA Ji Bo Rêxistinên Herêmî Û Navneteweyî E-Nameyek Şand Û Komkujiyên Li Helebê Şermezar Kir

0 21

Yekîtiya Ragihandina Azad –YRA, e-nameyek (mail) ji hejmarek sendîka, yekîtî, rêxistin û saziyên herêmî û navneteweyî re ku kopyek ji daxuyaniya duh Çarşemê di derheqê sûcên li dijî sivîl û rojnamevanên Helebê li ber ofîsa NY li Qamişlo xwendibû de, şand.
YRA di nameya xwe de diyar kir ku daxuyanî ji bo şermezarkirina binpêkirinên giran ên ji hêla komên çekdar ên girêdayî wezareta parastinê ya hikûmeta veguhêz li Sûriyê ve di dema êrişên li ser taxên Şêx Meqsû û Eşrefiyê yên Helebê de, ku di 6 vê mehê de dest pê kirin, hate dayîn.
YRA bi bîr xist ku di encama êrişan de gelek sivîl rastî komkujiyan hatin û hejmarek ne diyar, nav de rojnamevan jî, çarenûsa wan ne diyar e ku binpêkirinek eşkere ji zagon û qanûnên mirovî re ye.
Her wiha YRA tekez kir ku E-nameya xwe bi armanca agahdarkirina raya giştî û rastiya komkujiyên ku li Sûriyê tên kirin eşkere bike. Di heman demê de binpêkirinên li ser sivîl û rojnamevanan belge bike, da ku aliyên pêwendîdar helwestên zelal bigirin û zextê li desthilatê bikin ku li siyasetên xwe vegere û berpirsên sûc werin darizandin û kedkarên qada çapemeniyê jî werin parastin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.