YRA Nehemîn Salvegera Damezirandina Star FM Pîroz Dike
Em salvegera nehemîn a damezirandina Radyoya Star FM ku dengê jin û jiyanê ye û platformek azad a bi wêrekî êşên jinan û dozên civakî gihandiye pêlên radyoyê, pîroz dikin.
Ji destpêkirina wê di 15 Kanûna 2017an de li Tirbespiyê heta vegera wê ya îro li bajarê Qamişlo ji bo destpêkek nû, piştî salên ked û berhemdariyê yên dijwar, Star FM bûye ezmûnek pêşeng û di kesayeta şoreşa jinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye der ku nûnertiya azwerî, têkoşîn û afrîneriya jinan dike.
Neh salên weşanê tije bernameyên çandî, siyasî, civakî, hunerî û nameyên hêvî û jiyanê bûn. Bi keda jinê ragihandina azad bû sentezeke veguherîn û avakirina civakeke dadwer. Heya îro jî Star FM qadeke jinan û muhreke geş di rêwîtiya ragihandina azad de ye ku jin pêşengiya wê dikin.
Bi vê boneya giranbuha, em hevkarên xwe yên jin, kedakarên radyoya Star FM silav dikin ku pêvajoya nû ya kar li Qamişlo dest pê dikin. Hêviya me jî ew e ku rêwîtiya we ber bi heqîqetê ve her serkeftî be û Star FM bimîne dengê rasteqîn ê her jin, mal û koşeyê.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
15 Kanûn 2025