Rayedarên Şamê Rojnamevanek Çend Demjimêran Girtin û Berdan!
Rayedarên hikûmeta demkî li Şamê rojnamevan Îyad Şerbecî, çend saet piştî girtina wî serbest berdan.
Rojnamevan Îyad Şerbecî ku piştî serlêdana wî ji navendeke ewlekariyê re, bi hinceta ku dozek li dijî wî heye, hate binçavkirin.
Doza li dijî Şerbecî ji aliyê parêzerekî bi tawana “sorkirina mezhebî û etnîkî nav pêkhateyên Sûriyê de” hatibû vekirin.
Li gorî agahiyên berdest; doza ku ji aliyê parêzer Reşîd Abdullcelîl ve li dijî Şerbecî hatiye vekirin îdia dike ku kirinên Şerbecî asta sînorên azadiya ramanê derbas dikin û ji dozgeriya Şamê hatiye xwestin ku bi tawana (dijûn, heqaret, xeberdanên eşkere û sorkirina li ser şerî mezhebî) were sizakirin.
Îyad Şerbecî berî ku were binçavkirin bersiva li dijî tawanan belav kiribû û eşkere kiribû ku gotinên wî hatine berovajîkirin û qutkirin. Her wiha tekez kir ku ew rêzê ji tevayî xelkên Idilibê re digire û ew pabendê xîtabekî berpirs ku hesasiyeta realîteya Sûriyê di ber çavan re derbas dike ye.
Binçavkirina Şerbecî bû sedema nerazîbûnên mezin ku gelek rojnamevan û kedkarên ragihandinê fikarên xwe di derbarê kiryarên Şamê yên li dijî azadiya raman û derbirînê de anîn ziman.