YRA Lidarxistina 4`emîn Konferansa YRJ Pîroz Dike
Bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, em pîrozbahiyên xwe yên dilsoz, ji bo 4`emîn konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ ku bi dirûşmeya “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” hatibû lidarxistin, pêşkêş dikin.
Konferansa we ku di 8`ê Mijdarê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, di rêwîtiya ragihandina azad de qonaxek dîrokî ye ku giyana hemû şehîdên ragihandina azad ên ku bi têkoşîna xwe rêya rastiyê ronî kirine, bi bîr anî. Di kesayeta Cîhan Bilkîn, Nazim Deştan, Egîd Roj, Gulistan Tara, Hîro Behaldîn û hemû şehîdên din de, em biryardariya dewamkirina rêwîtiyê distînin.
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî hemû zehmetî û mercên giran, ispat kirin ku pênûsa jinê li hemberî siyasetên dûrxistin û cudakariyê, çekek bê hempa ye. Ew dengê heqîqetê û veguhêzerên rasteqîn ên rastiya şoreşê bûn.
Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad – YRJ ji têkoşîna we îlham digirin û soz didin we ku em ê vê rêyê bi israr û bawerî dewam bikin. Em ê bi hev re ragihandinek azad û demokratîk ku dengê jinê û civakê be ava bikin, li ser wê bingehê jî em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî û perwerdeyî ji bo xwegihandina heqîqetê berdewam bikin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
9 Mijdar 2025