Yekîtiya Wênekêşên Fotografîk a Sûrî Deriyên Tomar û Beşdarbûna 2mîn Mihrîcana Wênêyên Fotografîk Vedike

0 16

Komîteya amadekar a Mihrîcana Wêneya Fotografîk a Duyemîn ku wê di 30 Çileya 2026an de li dar bikeve, ji bo tevlîbûna mihrîcanê deriyên tomarkirin û beşdariyê vedike.

Xalên Mihrîcanê:

  • Pêşenghek wêneyên curbecur û çîrokên bi wêne.
  • Sermînerên li ser wênekêşiya fotografîk.

Mijarên Wêneyan:

Xweza – çand û keleûpûr – berxwedan – jiyana cadê – astengî û êşên gelên herêmê.

Mercên Beşdariyê:

  • Her wênekêşek dikare bi du wêneya beşdar bibe.
  • Her wênekêşek dikare bi du çîrokan beşdar bibe, ji bo her çîrokekê jî bi kêmanî divê 3`ê wêne hebin.
  • Nabe wêne li pêşengehên din hatibin pêşandan.
  • Nabe wêne li ser platform û rûpelên medya dîjîtal hatibin belavkirin.
  • Divê beşdar karê xwe sade, bê filter, zêdek û nîşaneyan bi karîteyek baş rêkin.
  • Divê wênekêş navê xwe û kurtenivîsek li ser kar û cihê wêne lê hatiye kêşan binivîse.

Serlêdan û pêşwazîkirina karê wênekêşan wê hate 10 Çileya 2026`an bi rêya Maila fermî ya Yekîtiya Wênekêşên Fotografîk a Sûrî be.

Navnîşana Mailê: [email protected]

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.