Di Nava 3 Salan De Li Îranê 170 Rojnamevan Hatin Binçavkirin
Dewleta Îranê ji serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve 170 rojnamevan destgîr kir û cezayê girtîgehê da 21 rojnamevanan.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê bi boneya Roja Cîhanî ya Dawî Anîna Tundiya Dijî Rojnamevanan, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ binçavkirin û girtina rojnamevanan ji aliyê desthilata Îranê ve zêdetir bûye. Hate ragihandin ku ji sala 2022’yan ve 170 rojnamevan hatine destgîrkirin ku 24 jê jin bûn.
Hate destnîşankirin ku di sala 2023’yan de ji aliyê Dadgeha Îranê ve bi giştî 60 sal cezayê girtîgehê li 21 rojnamevanan hate birîn.
Rêxistinê da zanîn ku di sala 2023’yan de 41 rojnamevan bi awayekî ne dadperwer û bêyî parêzer hatin darizandin.