Jinên Rojnamevan Li Bajarê Al-Faşir Tên Revandin û Rastî Destdirêjiya Cinsî Tên

0 25

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navdewletî CPJ ragihand ku li bajarê Al-Faşir li wîlayeta Bakurê Darforê ku li rojavayê Sûdanê ye bi kêmanî 3 rojnamevanên jin rastî tadeya cinsî hatine û 13 rojnamevan li heman cihî hatine wendakirin.
Li gorî raporteke Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navdewletî CPJ, bi kêmanî 3 rojnamevanên jin rastî destdirêjiya cinsî ji aliyê çekdarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve hatine û 13 rojnamevanên jin û mêr li bajarê Al-Faşir li wîlayeta Bakurê Darforê ku li rojavayê Sûdanê ye, bi zorê hatine xeybatkirin.
Li gorî raporê, piştî ku çekdarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarê Al-Faşir kontrol kirin, bajar bû navendeke destdirêjiya cinsî, revandin, destserkirina boruyên ragihandinê û kiryarên giran di derheqê sivîl û karmendên ragihandinê de hatin kirin.
Raporê bal kişand ser wê yekê ku hinek kiryarên hatine belgekirin, ji aliyê sûcdaran ve li ser toreya medya civakî hatibûn belavkirin. Di heman demê de CPJ daxwaz kir ku rojnamevan bên parastin û ewlehiya wan bê misogerkirin û derhal rojnamevanên hatine revandin, serbest bên berdan.

Leave A Reply

Your email address will not be published.