YRA Sersaxiyê Ji Malbat û Hevakrên Gulê Çawîş Re Dixwaze

0 22

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, duh roja Şemiyê, ji ber koça dawî ya hevakara ragihandina azad rojnamevan Gulê Çawîş, daxuyaniya sersaxiyê weşand.
YRA di daxuyaniya xwe de sersaxiyê ji malbat, hevakên ragihandina azad, kedkar û birêvebirên kenal Rojava TV re sersaxî xwest û tekez li domandina veguhestina heqîqetê kir. Daxuyaniya YRA bi vî rengî ye:
“Nûçegihana kenala Rojava TV Gulê Çawîş /29 salî/ ku di sala 2023an de li Şehbayê tevlî karê rojnamegeriyê bûye, ji ber rewşeke giran a tendirustiyê jiyana xwe ji dest dide.
Rojnamevan Gulê Çawîş ku heya kêliya hilma xwe ya dawî bi hêviya vegerê re jiyan dikir, ji gundê Sînka ya navçeya Şera ya girêdayî Efrîna dagirkirî ye.
Ji aliyê xwe ve, em weke Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, ji malbata hevkara xwe Gulê Çawîş, kedkar û rêveberiya kenala Rojava TV û hemû hempîşeyên xwe re sersaxiyê dixwazin û tekez dikin ku em ê rola wê ya pêşeng di veguhestina rastî û heqîqetê de heya kêliya dawî bidomînin”.

Leave A Reply

Your email address will not be published.