Cezayê Girtîgehê Li Rojnamevan Oznûr Deger Birîn

0 18

Di rûniştina doza ku Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger lê dihat darizandin de salek, 28 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.
Di 7’ê Sibatê de polîsên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser mala malbata rojnamevan Oznûr Deger girtibûn. Rojnamevan Oznûr Deger di serdegirtinê rastî tundiyê hatibû û hatibû binçavkirin.
Rûniştina doza Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger ku bi îdiaya “rêzepropagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidar xistin.
Oznûr Deger û parêzerên wê tevlî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de belge hatin xwendin, dozgeriyê mutalaaya xwe eşkere kir û daxwaza cezayê girtîgehê kir.
Dadgehê jî bi heman îdiayê salek û 28 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da.
Jêder: JÎNHA

Leave A Reply

Your email address will not be published.