Şehîdên Heqîqetê Dilîşan û Hogir Li Ser Gorên Xwe Li Kobanê û Qamişlo Hatin Bibîranîn
Nûçegihana ajansa ANHA Dilîşan Îbiş di salvegera 8’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Bi boneya salvegera şehadeta nûçegihana Ajansa ANHA Dilîşan Îbiş merasîma bîranînê li ser gorê wê ya li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin. Malbata şehîd Dilîşan û hevreyên wê yên rojnamevan bi bilindkirina wêneyên wê beşdarî merasîmê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, Endama Desteya Birêvebir a Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, Dicle Ehmed, li ser navê YRA û Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ axivî.
Dicle şehîd Dilîşan û hemû şehîdên rêya heqîqetê bi bîr anî û got: “Di salvgera 8`emîn a şehadeta şehîd Dilîşan de, em hemû şehîdên çapememiya azad; Hogir, Seid, Dilovan Gever, Nazim û Cîhan Bîlgîn bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê her tim rastiyê derxînin holê. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û bi pênûs û kamereya xwe rastiyê û dengê şoreşa gelê xwe ji cîhanê re raghînin, heta ku em bigihêjin Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk.”
Dicle Ehmed destnîşan kir şehîd Dilîşan xwedî kesayeke bi hêz bû û her tim ji bo xwegihandina heqîqetê têkoşîn dikir û wiha dewam kir: “Şehîd Dilîşan ku ji bo derxistina heqîqetê têkoşîn dikir û rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku komkujî û sûcan li dijî sivîlan dike, teşhîr dikir.”
Dayika şehîd Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî di merasîma bîranînê de axivî û got: “Em bi xêrhatina hevrêyên şehîd Dilîşan dikin. Şehîd Dilîşan bi fedakariya xwe heqîqet radighand û hevrêyên wê divê şopdarên rêya wê ya pîroz bin.”
Di dawiya merasîmê de wêneyên şehîd Dilîşan diyarî malbatê hate kirin.
Li bajarê Qamişlo jî, endamên Ajansa ANHA û malbata Şehîd Hogir Mihemed serdana gora wî li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kirin. Li ser giyana şehîdan deqeyek rêz girtin û tekezî li dewamkirin û pabendiya bi xeta şehîdên rastî û heqîqtê kirin.
Hêjayî gotinê ku di 12’ê Cotmeha 2017’an de, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD’ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikirin, nûçegihanên ANHA Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa koçberan bişopînin, berê xwe dan rêya ‘Xerafî’ ya navbera Dêrazorê û Hesekê. Li vir çeteyên DAIŞ’ê du wesayîtên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd dibin û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibe, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dibû. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Deniz 18′ê Kanûna 2017’an de şehî dibe.













