Rojava. Jinên Di Navbera Şeran De.. Berhemeke Rojnamegerî Wêrekiya Jinên Rojava Belge Dike
Li Spanyayê pêşangeha “Jinên di navbera şeran de” ku balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê, rola wê di berxwedana li hember “terorê”, parastina azadî û wekheviyê de, hat vekirin.
Li Qesra Palau Robert a navdar a li bajarê Bercelonayê yê Spanyayê pêşangeha “Jinên di navbera şeran de” hat vekirin. Ev pêşangehê balê dikişîne ser lehengiyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê, Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ezmûnên wan ên li dijî şer û ji nû ve avakirina aştiyê û civakê.
Di pêşangehê de bi awayekî taybet têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rola wan di berxwedana dijî “terorê” de, parastina azadî û wekheviyê û hewlên wan ên ji nû ve avakirina jiyana piştî şer hat pêşkêşkirin.
Biryar e piştî pêşangeh li gelek bajarên din ên Spanyayê û gelek welatên cîhanê ve biçe bê vekirin, da ku dengê jinên têkoşer bi peyamekê bigihîne cîhanê.
Heta 30ˊê Mijdarêli Qesra Palau Robert a Bercelonayê ya Spanyayê pêşangeh didome.
Hêjayî gotinê ye ku pêşengeh ji aliyê komek rojnamevan li Spanyayê hatiye organîzekirin û tê de rola jinan li Rojava di şerê li dijî terorê û parastina azadî û wekheviyê de tê belgekirin. Pêşengeha bi navê “Rojava: Jinên di navbera şeran de” encama pênc salên xebata meydanî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê ye ku ji aliyê rojnamevan û wênekêş Vîktorye Rovîra bi hevkariya rojnamevan û hilberîner Bedirxan Ehmed ve hatiye belgekirin.
bi hevakariya rojnamevan Bedirxan Ehmed re hatiya amedekirin



