
Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê êrişa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend ku duh ji aliyê du kesên li ser motosîklekê li bajarê Silêmaniyê pêk hatibû, şermezar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir ku demildest êrişkar û hevakarên wan bên girtin û dagirzandin.
YRA di daxuyaniya xwe de got:
“Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA vê êrişê weke êrişeke li ser azadî û serxwebûna ragihandinê û hedefgirtina mafê civakê ya xwegihandina zanîn û agahiyê dibîne. Dubarekirina sûcên wiha li dijî rojnamevanan li Herêma Kurdistanê, nîşaneya tirsandin û bêsizamayînê ye ku hêmanên demokrasî û azadiyên giştî lawaz dikin.
Ji lew re em daxwaza lêpirsîneke lezgîn û giştî di derbarê buyerê de dike ku sûcdar, hevkar, planger û alîkarên vê sûcê werin girtin û darizandin.
Her wiha em tekez dikin ku pêwîste rayedarên Başûrê Kurdistanê tedbîrên bi bandor bigirin ku jiyana rojnamevanan û kedkarên ragihandinê biparêzin ku parastina wan berpirsiyariyeke neteweyî, sincî û yasayî ye.
Di dawiyê de em piştgiriya xwe ji hevkarê xwe Hêmin Mamend re radigihînin û jê re şîfaya lezgîn dixwazin, û cerek din bi bîr tînin ku; çi êrişa li ser ragihandina azada, êrişa li ser mafê mirovan e”.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA