Rojnamevan Hêmin Mamend Di encama êrişeke Cekdarî De Birîndar Dibe

Di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin kesine li ser motosîkletê, li taxa Eqarî Şar a bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend gulebaran kirin.
Têkildarî êrişa çekdarî çavkaniyekê ragihand ku di encama êrişê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bûye. Hate zanîn ku piştî êrişê, êrişkar reviyane.