YRA TEVLÎ MERASÎMA OXIRKIRINA ŞEHÎD ARGÊŞ SERHED DIBE

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, duh li Qamişlo, beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê rojnamevanê Şehîd Argêş Serhed bû, ku ji ber birîna giran, dema erêkên xwe li Herêmên Parastina Medya pêk dianîn, Şehîd dibe û mîrateyek tije fedayetî û têkoşîn li pey xwe dihêle.

0 21

Di merasîmê de li ser nave Yekîtiya Ragihandina Azad, Şêwirmendê YRA rojnamevan Bunyad Cizîrî axaftinek kir û tê de kurtejiyana Şehîd nirxand, helwestên wî yên qehremanî yên li qadên şer vegotin. Cizîrî di axaftina xwe de bal kişand ser pabendiya Şehîd Argêş bi rêya Şehîdan û piştrast kir ku girêdayî xeta Şehîdan bû.
Her wiha Şêwirmendê YRA bi bîr anî ku Şehîd Argêş ji malbateke welatperwer û ji bo doza xwe gelek berdêl daye, lew re jî Şehîd Argêş zû dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berdide û tevlî refên têkoşîna azadiya Kurd dibe.

Hêjayî bîranînê ye ku Şehîd Argêş Serhed di sala 2019`an de, dema ku êrişên ser Herêmên Parastina Medya dişopandin, giran birîndar dibe, pişt re jî, ji bo tedawiyê tê Roj Ava. Lê ji ber birîndarbûna giran, rewşa wî ya tendirustî xirabtir dibe û di 10 Tebaxa îsal de li bajar Hesekê, tevlî kerwanê Şehîdên rastî û heqîqetê dibe û bi merasîmeke bi heybet, roja 20 Tebaxê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, ji aliyê hevakarên xwe ve tê oxirkirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.